AMED TIMES- Li cihên dîrokî û çandî yên Amedê, polîsên geştyariyê yên pirzimanî dest bi kar dikin.

Ji bo xizmetguzariya bi Kurdî polîsên geştyariyê yên ku bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) yên Kurdî dizanin jî tên perwerdekirin.

Armanca projeyê ew e xizmetê bide geştyarên Kurd û biyanî yên ku bi Tirkî nizanin.

Birêvebirê Ewlehiyê yê Amedê Fatih Kaya diyar kir ku Amed êdî bajarekî geştyariyê ye û got:

Festîvala Fîlmên Karkeran: Eleqeya ji bo fîlmên Kurdî zêde ye Festîvala Fîlmên Karkeran: Eleqeya ji bo fîlmên Kurdî zêde ye

“Li Amedê polîsên geştyariyê nînin lê bi ser hev de geştyar dibarin.

Me dest bi kar kiriye. Em dê di demeke nêzîk de li cihên geştyariyê polîsên geştyariyê bibînin.

Ew dê aramî û ewlehiya vê derê dabîn bikin û di heman demê de di warê geştyariyê de bersiva pêwîstiyên welatiyan bidin."

Di demeke nêzîk de polîsên ku bi zaravayên Kurdî Kurmancî û Kirmanckî û herwiha bi Îngilîzî, Almanî, Fransî û Erebî dizanin li cihên dîrokî û çandî yên Amedê dê dest bi gerê bikin.

Polîsên geştyariyê dê xizmetguzariyan pêşkêşî geştyarên xwecihî û biyanî bikin.

Polîsên ku bi Kurmancî û Kirmanckî dizanin tên perwerdekirin

Fatîh Kaya derbarê vê mijarê de wiha pê de çû, “Eger bi Tirkî nizanibe û bi Kurdî zanibe, dibe ku ji gund hatibe û bi Tirkî nizanibe û bi Kirmanckî zanibe, li vê herêmê em rastî gelek tiştên wiha dibin.

Em hevalên xwe yên ku ji zimanê pîrik û mamên me yên qet bi Tirkî nizanin têdigihêjin perwerde dikin.

Ew dê bi zimanê wan bi wan re biaxivin.”

Di cejna Remezanê de zêdeyî 400 hezar geştyarî çûn cihên geştyariyê yên Amedê.

Bajarê Amedê sala borî mazûvaniya milyonek û 253 hezar geştyarên xwecihî û biyanî kir, îsal xwe ji bo mazûvaniya 2 milyon geştyaran amade kiriye.

Kaynak: RÛDAW