AMED TIMES- 19emîn Festîvala Fîlmên Karkeran a Navneteweyî ku di çarçoveya 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanî de tê lidarxistin, îsal di 2ê Gulanê de li Stenbolê bi merasîma vekirinê dest pê kir.

Festîval di heman demê de li Enqereyê jî berdewam dike.

Lê Festîvala îsal, di bin siya sansur û qedexeyan de dest pê kir.

Lewra nîşandana belgefîlma“Kanun Hukmu” ya Nejla Demîrcî ku behsa KHKyiyan dike, li Stenbol û Enqereyê ji aliyê dewletê ve hat qedexekirin.

“Mijara sansurê ne mijara me tenê ye”

Dildarê Festîvala Fîlmên Karkeran Erkan Ulker wiha anî ziman:

“Wekî 19 salan, îsal jî me hewl da ku em cih bidin fîlmên hemû aliyên mixalefeta civakî.

Lê îsal temaya me ya sereke Filistîn bû. Me cih da gelên ku li hember emperyalîzmê têdikoşin.

Lê belgefîlmeke me hat sansurkirin. Mijara sansurê ne mijara me tenê ye.”

Di festîvalê de ji 16 welatan, bi giştî 74 fîlmên li ser karker û kedkaran cih digrin.

Di bernameya îsal de hejmareke zêde fîlmên Kurdî cih digrin.

“Cihdayîna fîlmên Kurdî girîng e”

Temaşevan Gulfem Karataşê got, “Ev festîval yek ji wan festîvalan e ku em salê carekê pê bêhna xwe vedidin.

Helbet, ji ber ku fîlmên bi Kurdî jî didin nişandan ji bo me girîng e. Lewra em li kêm cihan fîlmên Kurdî dibînin.”

Bi giştî 11 kurtefîlm û belgefîlmên bi Kurdî û Tirkî cih digrin.

Ji bo derhênerên Kurd ên ciwan, festîvalên bi vî rengî dibin derfet ku karibin fîlmên xwe bigihînin temaşevanan.

Eleqeya ji bo fîlmên Kurdî jî gelekî zêde ye.

“Stêrkên li ser derî û pencerayan wekî propagandaya terorê tê dîtin”

Derhênera belgefîlma ‘Stêrka Li Ser Xetê’ Bêrîvan Saruhanê ji Rûdawê re wiha behsa belgefîlma xwe kir:

“Belgefîlma min behsa bûyereke trajikomik dike.

Li Kurdistanê li ser gelek derî û pencereyan sembolên bi stêrk hene.

Ew stêrk li gorî dewletê wekî propagandaya ‘terorê’ tê dîtin.

Li Agiriyê qeza: 4 kes birîndar bûn Li Agiriyê qeza: 4 kes birîndar bûn

Ji loma jî dewlet di salên 90î de wan stêrkan ji pencereyan derdixe.

Ev bûyer bi rastî jî qewimiye. Bûyer jî li gundê min, li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê qewimiye.

Li gundê Dirbêsiyê yê Qosera Mêrdînê.”

“Em behsa jin û mêrekî Kurd dikin”

Derhênerê kurtefîlma ‘Ewê Çend Roj Be’ Abdullah Çeper ji Rûdawê re wiha behsa belfefîlma xwe kir û got, “Fîlma me li ser mijara karkeran e.

Em behsa jin û mêrekî Kurd dikin ku li Stenbolê hewl didin bi motokuryetiyê debara xwe bikin.

Li ser vê çîrokê em behsa problemên karkeran û kedê dikin.

Em behsa sîstema cîhanî ya aborî û civakî dikin.”

Festîvala Fîlmên Karkeran, piştî li bajarên Stenbol û Enqereyê, wê heta dawiya sala 2024an li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî were sazkirin.

Di festîvalê de wê koma “Kardeş Turkuler’ê jî konsereke bi Kurdî û Tirkî bide. 

Festîvala ku di 2yê Gulanê de dest pê kir, wê heta 11ê Gulanê bi awayekî bê pere berdewam bike.

Kaynak: RÛDAW