AMED TIMES- Li Rihayê di serdegirtina malan de herî kêm 14 kes hatin desteserkirin. 

Li Riha û navçeyên wê rêveberên DEM Partiyê û endamên Meclîsa Ciwanan yên partiyê jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.

Li Agiriyê qeza: 4 kes birîndar bûn Li Agiriyê qeza: 4 kes birîndar bûn

Kesên desteserkirî birin emnîyetê

Kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Rihayê de hatin desteserkirin birin Rêvebiriya Emniyetê ya Rihayê.

Li gorî zanyariyan, di çarçoveya lêpirsînê de li navçeyên Curnê Reş, Hewag û Wêranşarê rêveber û endamên DEM Partiyê hatin desteserkirin.

Wekî din di serdegirtinên malan yên li navçeyên Xelfetî û Pirsûsê de heta niha diyar nebûye ku çend kes hatine desteserkirin 

Kaynak: NAVENDA NÛÇEYAN YA AMED TIMESÊ