AMED TIMES- Artêşa Îsraîlê îro Sêşemê ragihand, wan deriyê Refehê yê li başûrê Karta Xezzeyê bi temamî kontrol kiriye û operasyonên berfireh li herêmê pêk tîne.

Selahattîn Demîrtaş li ser Doza Kobaniyê daxuyanî da Selahattîn Demîrtaş li ser Doza Kobaniyê daxuyanî da

Berdevkê Artêşa Îsraîlê da zanîn, wan şeva borî dest bi êrîşa li ser Refehê kir û êrîş ji aliyê Firqeya 162, hêzên zirxî yên Tûgaya 401 û Lîwaya Givatî ve hat kirin.

Berdevkê Îsraîlê amaje bi wê jî kir, artêşê li Refehê êrîşî 100 xalên Tevgera Hamasê kirine.

Ji aliyê xwe ve jêderên bijîşkî yên Felestînî diyar kirin, 20 filistînî di encama êrîşên Îsraîlê de canê xwe jidest dane.

Duh danê êvarê nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştrast kir, Encûmena Şer bi yekdengî biryar da ku operasyona leşkerî li Refehê bi behaneya pêkanîna fişara leşkerî li ser Hemasê berdewam bike, ji bo azadkirina dîlan û pêkanîna armancên din ên şer.

Êrîşa bejayî ya berfireh a artêşa Îsraîlê li ser bajarê Refehê, bû sedema nîgeraniya civaka navdewletî, Amerîkayê jî li ser zarê wezîrê xwe yê derve ragihand ku ew piştgiriyê nadin vê êrîşê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken derbarê êrîşa Îsraîlê ya li ser bajarê Refehê de hişyarî dabû û ragihandibû, “êrîşa berfireh a li ser Refehê, hemû sînorên pejirandî derbas dike.”

Kaynak: K24