AMED TIMES- Li Sêrtê xwendekarên dibistana amadehiyê (Lîseyê) şerê hev kirin û di şer de 1 jê giran 3 kes xwendekar bûn.

Bûyer îro li taxa Algulê ya navenda bajarê Sêrtê çêbû.

Selahattîn Demîrtaş li ser Doza Kobaniyê daxuyanî da Selahattîn Demîrtaş li ser Doza Kobaniyê daxuyanî da

Li gorî daneyên berdest ji ber sedemeke ne diyar di navbera 2 grûpên xwendekaran de dema ji dibistanê derdiketin nîqaş derket. Piştî nîqaşê her du grûpan bi kêr, mist, pehîn, dar û keviran pev çûn.

Xwendekarek bi giranî birîndar bû 

Di pevçûnê de xwendekarê 16 salî Alî U. bi kêrê ji zikê xwe bi giranî birîndar bû. Wekî din du xwendekarên din yên bi navên Mazlum S. û Dogan S. jî bi derbên mist û pehînan birîndar bûn.

Tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û xwendekarên birîndar rakirin nexweşxaneyê. 

Piştê bûyerê hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêkolîn da destpêkirin

Kaynak: NAVENDA NÛÇEYAN YA AMED TIMESÊ