AMED TIMES- Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun eşkere kir ku qeyûman 3 milyar û 640 milyon lîreyên Tirkî deyn xistiye stûyê wan.

Mufetîş û çavdêrên ku ji ber alaya Tirkiyeyê hatibûn erkdarkirin jî gihiştin Şaredariya Amedê û dest bi lêkolînan kirin. 

Şaredariya Amedê niha di bin dorpêçeke mezin a burokratîk û deynên qeyûman de ye.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun piştî hilbijartinên 31ê Adarê cara yekemîn derketin pêşberî çapemeniyê.

Deynê şaredariyê 112 milyon dolar e

Her du şaredaran deynê ku qeyûman di 8 salan de xistiye stûyê şaredariyê eşkere kir.

Li gorî Bucak û Hatun, qeyûman bi giştî 3 milyar û 640 milyon lîreyên Tirkî deyn xistiye stûyê wan ku ev jî dike 112 milyon dolarên Amerîkî.

Bi 4 welatan re li hev kirin

Hevşaredarek dibêje ji bo ku ew bikaribin ji bin vî barê giran ê deynan derkevin û xizmeteke baş bikin wan bi 4 welatan re li ser projeyan li hev kirine.

Lê navê wan welatan nehate eşkerekirin.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun anî ziman:

“Heta îro bi 4 dewletan re me xebatên xwe meşandine û me bi wan re li hev jî kiriye. 

Li ser kîjan projeyê û bi çi awayî dê ev sazî fon bidin em axivîne.

Em ji bo bikaribin ji gelê xwe re xizmetê bikin, dixebitin.

Xebatên me yên wiha gelekî zêde ne. Em jî bi xwe bawer in.

Deyn pirsgirêkeke mezin e lê motîvasyona me xera nake.

Ji ber ku em ji xwe bawer in û em dê bikaribin xizmeta gelê xwe bikin.”

Firotina erdên şaredariyê

Li gorî lêkolîna hevşaredaran beriya hilbijartinan qeyûman 110 donim erdê şaredariyê firotine.

Herwiha 12 avahî û cihên sporê yên şaredariyê jî bi awayekî dildarî dane hin sazî û dezgehên dewletê ku di nav wan de wezaretên perwerde û werzişê jî hene.

Li gorî rapora hevşaredaran ji 330 otobusên şaredariyê jî 71 otobus bi temamî xera bûne û rojane jî 15 otobus arîze didin.

Şaredar niha derbarê van deyn û xerciyên ku qeyûman çêkiriye de lêkolînan dikin.

Parêzer xwe amade dikin dozê li qeyûman vekin

Parêzerên şaredariyê niha xwe amade dikin li qeyûman û berpirsên ku bûne sedema evqas deynan û gendeliyan doza cezayê vekin û mal û milkên şaredariyê careke din li şaredariyê vegerînin.

Endamê Daîmî yê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û parêzer Evdilqadir Guleç got:

"Hîn ev lêkolînên me xilas nebûne. Dema xilas bûn, em dê bi çapemeniyê re jî parve bikin.

Rastak wê li Amedê konserekê li dar bixe Rastak wê li Amedê konserekê li dar bixe

Sûc hebe jî em dê li gorî wê ji bo cezakirina wan, dosyeya wan bişînin dadgehê."

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya beriya çend rojan eşkere kir ku ji ber ku li Şaredariya Amedê alaya Tirkiyeyê ji salonê hatiye rakirin, wan mufetîş û çavdêr erkdar kirine.

Kaynak: RÛDAW