AMED TIMES- Saziyên sivîl banga xwedîlêderketina Cizîra Botan dikin. 

Li Amedê li dijî biryarên Doza Kobaniyê çalakî hat kirin Li Amedê li dijî biryarên Doza Kobaniyê çalakî hat kirin

Saziyên sivîl ên Cizîra Botan bi daxuyaniyeke çapemeniyê banga xwedîderketina Cizîra Botan kirin û bal kêşandin ku bi teybetî di lehiyê de hat dîtin ku binesaziya bajêr nebaş e û derfetên tendirustiyê jî têra Cizîra Botan nakin.

Li Cizîra Botanê ber Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Cizîrê ji aliyê nûnerên saziyên sivîl ve daxuyaniyek hevpar bo çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî bi beşdariya Serokê Jûra Pîşesazî Bazirganiya Cizîrê Omer Faruk Yildirim û Serokê Yekîtiya Hilberînerên Şîr ê Şirnexê Behmen Yılmaz ji aliyê Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hate kêşan ku di lehiya dawîyê li Cizîrê de rû dayî hat dîtin ku divê demildest binesaziya bajêr were sererastkirin ku binesaziya niha dikare rê li ber karesatên gelek mezintir jî vebike.

Di daxuyaniyê de her wiha bal hate kêşan ku serjimêriya Cizîrê ji 200 hezarî zêdetir e lê derfetên tendirustiyê têra civakê nakin ku bi teybetî bo bajarek wisa mezin tenê 1 bijişkê dil heye ku di demên dawîn de gelek welatiyan ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest dan. Pirsgirêkek din jî a Cizîrê ew e ku trafîka nav bajêr dixetime û pirsgirêka elektrîkê jî welatiyan gelek caran mexdûr dike.

Kaynak: K24