AMED TIMES- Careke din êrişî avahiya Bêrecûkê ya DEM Partiyê kirin. 

Di êrîşa duyemîn ya li dijî avahiya Rêxistina Navçeya Bêrecûkê ya DEM Partiyê de camên avahiya partiyê hatin şikandin.

Li Agiriyê qeza: 4 kes birîndar bûn Li Agiriyê qeza: 4 kes birîndar bûn

Do bi çekan êrişî avahiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Bêrecûk ya Rihayê kiribûn. 

Bi şev êrîşa duyem hat kirin 

Îşev careke din li dijî avahiyê êrişa duyem pêk hat. 

Heta niha nasnameya êrîşkar yan jî êrîşkaran nayê zanîn. 

Do piştî êrişê Halîl Begît, birayê Mehmet Begîtê ku piştî hilbijartinê ji DEM Partiyê îstifa kiribû, hatibû desteserkirin.

Kaynak: NAVENDA NÛÇEYAN YA AMED TIMESÊ