AMED TIMES- Li Qilabana navçeya Şirnexê, li Çiyayên Tanînê çalakiya guldexwînan hat lidarxistin.

Bi hevkariya Kuluba Xweza û Werzişê ya Uludereyê û Kuluba Bîsîklet û Xwezayê ya Şehrê Nuh va çalakiya guldexwînan hat lidarxistin.

Wênegir û siruşthezên ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatin û beşdarî çalakiyê bûn, li Çiyayên Tanînê yên raqim 2 hezar û 230î wêneyên guldexwînan kişandin û meşa siruştê kirin. 

Guldan Gundogduya ji Çanakkaleyê hatiye, diyar kir ku ew ji bo dîtina guldexwînan hatiye û herêm pir ecibandiye.

Li Colemêrgê hirçê êrişî şivanekî kir Li Colemêrgê hirçê êrişî şivanekî kir

Sedat Ozdemirê li Sîlopiya navçeya Şirnexê mamoste ye jî diyar kir ku çalakiya guldexwînan pir xweş derbas bû û wan siruşta Şirnexê keşf kir.

Kaynak: AA