AMED TIMES - Di sala 2023yan de ji Amedê hinardeya herî zêde ji bo Iraqê hatiye kirin û piraniya vê hinardeyê jî ji bo paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê hatiye tomarkirin. Karsazên Amedê û Rêveberên Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Amedê, girîngiya hinardeya navbera Amed û Hewlêrê û amarên hinardeya ku tê kirin ragihand.

 Ji Amedê bo Hewlêrê kel û pel tên hinardekirin 

Ji bo pêwendiyên aborî yên navbera Amed û Herêma Kurdistanê bi pêş bikevin, gelek karsazên ku bi taybetî kel û pelên xwe ji bo Hewlêrê hinarde dikin hene. Ozgur Mehmetoglu jî yek ji van karsazan e. Karsazê Kurd ku di heman demê de endezyarê neftê ye, kel û pelên avahîsaziyê difiroşe Hewlêra paytexa Herêma Kurdistanê û diyar kir û ew beriya her tiştî bi hestên neteweyî nêzîkî vê bazirganiyê dibe.

Li gorî nûçeya K24ê Karsaz Ozgur Mehmetoglu derbarê vê mijarê de wiha axivî: 

Saziyên sivîl banga xwedîderketina Cizîra Botan dikin Saziyên sivîl banga xwedîderketina Cizîra Botan dikin

“Li Tirkiyeyê ji çend salan carekê qeyranên aboriyê çêdibin û carinan asta wan derdikeve jor carinan jî kêm dibe. Ji ber ku tiştên wisa tên serê me, min jî xwest ku li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li Hewlêrê pêwendiyên bazirganiyê çêbikim. Ji bo me baş jî bû. Lewra hem li gorî hestên me bû hem jî fersendeke mezin bû. Ji ber ku li wê derê gelek bajar û bajarok ji nû ve tên avakirin û ev jî nûjeniyê bi xwe re tîne.”

Di sala 2023yan de ji sedî 41ê hinardeya Amedê, ji bo Iraqê hatiye kirin û ji vê hinardeyê 231 milyon dolar hatiye bidestxistin. Rêveberên Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Amedê jî didin zanîn ku her çiqas amarên 2023yan ên hinardeya navbera Amed û Hewlêrê hinek kêm bûbûn jî wan di 4 mehên îsal de kêmasiya çêbûbû dagirtiye.

Mehmet Kaya: Di navbera jûra me û ya Hewlêrê de jî peyman heye

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Amedê Mehmet Kaya dibêje: “Dema ku em li potansiyela hinardeya Amedê dinihêrin, para Herêma Kurdistanê, bi taybetî para Hewlêrê ji sedî 50 ye û her ku diçe jî ev par zêde dibe. Helbet em pêwendiya xwe tenê bi amarên hinardeyê napîvin lewra gelek marka û maxazayên karsazên Amedê li Hewlêrê hene. Di navbera jûra me û ya Hewlêrê de jî peyman heye û em di pêşangehan de piştgiriya hev dikin. Di 30yê Nîsanê de şandek ligel Parêzgarê Hewlêrê tê vê derê û beşdarî pêşangeha cotkariyê dibe. Di demeke nêzîk de dê seferên asîmanî yên navbera Hewlêr û Amedê jî dest pê bikin û pê re dê di navbera me de geşta çand, dîrok û tenduristiyê jî dest pê bike.”

Rêveberên qada bazirganiya Amedê bi xebatên xwe hewil didin ku pêwendiya aborî ya navbera Amed û Hewlêrê xurttir bibe. Ji bo vê jî di navbera her du aliyan de pêwendî zêde dibin da ku rêjeya hinardeyê ji bo Herêma Kurdistanê hîn zêdetir bibe.

Kaynak: K24