Li Çewlîgê êrişa bi kêrê: Mirî û birîndar hene Li Çewlîgê êrişa bi kêrê: Mirî û birîndar hene

AMED- Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş ê ku li şûna wî qeyûm hat tayînkirin dadgehê 19 sal û 6  meh cezayê hepsê birî û biryara girtina wî da. 

Darizandina Akişî li Dadgeha 1emîn a Cezayê Giran a Colemêrgê pêk hat. 

Akiş di parastina xwe ya li dadgehê da got; “Dosyeya ku wan îro kiriye rojev, siyasî ye. Çima 4 meh berê, salek berê darizandina min nehat kirin? Gelo çima niha tê kirin?

Ez dizanim ku ev darizandina min siyasî ye. Min heta îro ji bo berjwendiyên gelê xwe her tişt kir û min ji bo gelê me erka xwe bi cih anî. 

Ez serbilind im. Min bihîst ku li ser min îdia û nûçeyên wekî ‘dê bireviya’ hatine amadekirin lê ez qet û qet narevim.

Min çi kiribe ez li dû wan disekinim. Ez li dûv her karekî xwe me. Di warê siyasî de min wezîfe û erkên li ser milên xwe pêk anîne."

Çi bûbû?

Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê 3yê Hezîranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê. Parezgerê Colemêrgê Alî Çelîk wekî qeyûm li şûna  Sidik Akiş hatibû tayînkirin.

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş jî heman rojê li Wanê hatibû desteserkirin.

Kaynak: Amed Times