Li Wanê barîna barana zêde: Kolan û kargeh di bin avê de man Li Wanê barîna barana zêde: Kolan û kargeh di bin avê de man

AMED TIMES - Di navbera Îraq, Tirkiye, Qeter û Îmaratê de ji bo hevkariya di Projeya Rêya Geşepêdanê de peymaneke çaralî hat îmzekirin.

Di çarçoveya serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Bexdayê de, di navbera Îraq, Tirkiye, Qeter û Îmaratê de rêkeftina çaralî ya hevkariyê ya Projeya Rêya Geşepêdanê de hat îmzekirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û şandeya pê re bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtinek pêk anî.

Piştî hevdîtinê di navbera Tirkiye û Îraqê de Peymana Projeya Rêya Geşepêdanê hat îmzekirin.

Peyman li Koşka Hikûmetê ya li Bexdayê bi serpereştiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî hat îmzekirin.

Sûdanî: Peyman dê wekî pirekê be

Sûdanî di civîna çapemeniyê ya hevbeş a ku piştî civînê hat lidarxistin de diyar kir ku ev peyman dê ji bo gelên herêmê bibe pirek û got:

“Ev dê bibe sedem ku gel bi başî ji hev fêm bikin. Dê bibe sedema ewlehî û îstiqrarê.”

Sûdanî herwiha anî ziman:

“Em bi Serokkomar Erdogan re li ser têkoşîna li dijî astengiyên ewlehiyê û hebûna grûpên terorîst axivîn. Ji bo kontrol û îstiqrara zêdetir me li ser ewlehiya herêma sînorê Tirkiye û Îraqê gotûbêj kir.”

Daxuyaniya Rêya Geşepêdanê ya Erdogan

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî di destpêka axaftina xwe de behsa Projeya Rêya Geşepêdanê kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got:

“Peymana Rêya Geşepêdanê nexşeya rêyeke saxlem e. Me biryar da ku komîteyên hevpar ên daîmî ava bikin ku ji bo berdewamkirina muzakereyên ewlehî, têkoşîna li dijî terorê, enerjî, perwerde, tenduristî û jîngehê. Em dê ji bo peymanan pêk bînin koordînasyona pêwîst bikin.”

Kaynak: RUDAW