AMED TIMES- Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê bi çekan êrişî ôfîsa DEM Partiyê hat kirin.

Bûyerê îro berê sibehê derdora saet 03:30î li Taxa Meydanê rû da û 14 gule li paceyên ofîsê ketin.

Li Amedê li dijî biryarên Doza Kobaniyê çalakî hat kirin Li Amedê li dijî biryarên Doza Kobaniyê çalakî hat kirin

Piştî îxbarê polîs çûn cihê bûyerê û wan li nava ofîsê lêkolîn kirin.

Li hêla din, heta niha nasnameya êrişkaran nehatiye tesbîtkirin.

Di hilbijartinên 31ê adarê de DEM Partiyê li Bêrecûkê ji sedî 56ê dengan standibûn û bûbû partiya yekem.

Mehmet Begîtê ku endamê DEM Partiyê bû û bûbû serokê Şaredariya Bêrecûkê lê piştî demekê ji DEM Partiyê îstifa kiribû.

Rêxistina Bêrecûkê ya DEM Partiyê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî da zanîn ku li avahiya wan xisara madî çêbûye.

DEM Partiyê diyar kir ku xizmên Mehmet Begît rêvebirên partiyê tehdîd dikirin û paşê jî vê êrişê rû daye.

Kaynak: RÛDAW