AMED TIMES- Xwendekarên Qursa Wênekêşiyê ya Bingehîn a li Wanê, wêneyên xaniyên kevir û jiyana siruştî ya li Hîzana navçeya Bidlîsê kişandin.

Xaniyên kevir yên ku bi salan berê li gundê Uzuntaşê hatine çêkirin her sal bala wênekêşan dikişînin.

Qasî 42 xwendekarên Qursa Wênekêşiyê ya Bingehîn a ku li Ercîşa navçeya Wanê di bin banê Midûriyeta Perwerdeya Gel da hatiye vekirin ji bo wêneyan bikşînin çûn gund. 

Mamoste û qursiyer li gund geriyan û hewl dan ku wêne û dîmenên xweş qeyd bikin.

Sînan Gungorê beşdarî qursê bûye got ew hatine ku dîmenên xweş bibînin û wiha axivî: "Em bi dîtina gund matmayî man. Ev der bi siruşt û avahiyên xwe yên dîrokî cihekî bi heybet e. Ev der wek studyoyeke siruştî ye. Ez ji her kesî ra pêşniyar dikim ku ew werin vir." 

Hîlal Çaçayê jî diyar kir ku ew cara ewil hatiye gundê Uzuntaşê û wiha got: "Em bi dîmenan matmayî man. Li vir hewayeke xweş heye. Me wêneyên jiyanê kişandin. Bi hevalên xwe ra me perwerdeya pratîk dît. Ev der cihekî xweş e."

Nijadperesatan li Wanê êrişî hişyariyên trafîqê yên bi Kurdî kirin Nijadperesatan li Wanê êrişî hişyariyên trafîqê yên bi Kurdî kirin


 

Kaynak: AA