AMED TIMES- Li Wanê di meha Nîsanê de 542 koçber hatin desteserkirin.

Li bajarê Wanê di meha Nîsana borî de di encama 184 operasyonan de 542 koçber hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Walîyê Wanê operasyonên Fermandariya Cendermeyan a bajêr ên derbarê “qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovan” de berdewam in.

Li Bajarê Kevnare yê Tharsayê odegoreke ji serdema Romayê hat dîtin Li Bajarê Kevnare yê Tharsayê odegoreke ji serdema Romayê hat dîtin

184 operasyon hatine kirin 

Di vê çarçoveyê de Nîsana 2024an li bajêr bi koordîneya Serdozgeriya Komarê ya Wanê 184 operasyon hatine kirin û di encamê de 542 koçber hatine desteserkirin.

Herwiha derbarê 102 gumanbaran de jî karûbarên yasayî hatine kirin.

Kaynak: RÛDAW