Li Amedê li dijî biryarên Doza Kobaniyê çalakî hat kirin Li Amedê li dijî biryarên Doza Kobaniyê çalakî hat kirin

AMED TIMES- Desthilatên Tirkiyeyê nêzîkî 16 hezar penaberên Sûrî di meha borî de ji nava xaka xwe derkirin û şandin navçeyên cuda yên bakurê Sûriyeyê.

Li gor malpera “North Press”, desthilatên Tirkiyeyê di meha Nîsana borî de 15 hezar û 700 penaberên Sûrî di 4 deriyên sînorî re derkirin û şandin navçeyên cuda yên bakurê Sûriyeyê yên di destê çekdarên opozîsyonê de.

Penaberên Sûrî tên dersînorkirin

Li gorî hatiye ragihandin, 7400 Sûrî ku di nava wan de jin û zarok hene, di deriyê Bab El-Hewa re derbasî bajarê Idlibê kirin.

Desthilatên Tirkiyeyê 4500 kes di deriyê Bab El Selamê re û 2000 kes di deriyê Cerablusê re derbasî navçeyên bajarên Helebê kirin.

Herwiha 1800 penaberên Sûrî jî di deriyê Girê Sipî re derbasî bajarê Reqayê kirin.

Li gorî zanyariyan, proseya dersînorkirinê piştî wergirtina hemû belge û pencemorên tiliyên penaberên hat kirin, ji bo nikaribin careke din vegerin.

Hikûmeta Tirkiyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne

Hikûmeta Tirkiyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî.

Çalakvanên Sûrî jî dibêjin, proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe li hember vê rewşê rabin.

Kaynak: K24