AMED TIMES- Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji ber şampiyoniyê pîrozbahî li Amedsporê kir.

Amedspora di Koma Sor ya Lîga 2yemîn ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de dilîst, bû şampiyon û derket Lîga 1emîn ya TFFyê.

Ji TFFyê pîrozbahî ji bo Amedsporê  

TFFYê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi peyamekê pîrozbahî li Amedsporê û Serokê wê Azîz Elaldi kir. 

Wekî din di heman peyamê de, TFFyê pîrozbahî li tîma Esenler Eroksporê jî kir ku di Koma Spî ya Lîga 2yem de bûbû şampiyon. 

TFFyê  pîrozbahî li serokên herdû tîman wiha kir: 

“Em ji ber serkeftinên wan pîrozbahiyê li Serokê Amedsporê birêz Azîz Elaldi û Serokê Esenler Erokspor birêz Zafer Topaloglu, şandên wan ên teknîkî, lîstikvan û cemawerê wan dikin ku bûne şampiyon û derbasî lîga yekem bûne. Em di serdema pêşiya me de, di lîga yekemîn ya Trendyolê de ji wan re serkeftinê dixwazin.”

Selahattîn Demîrtaş li ser Doza Kobaniyê daxuyanî da Selahattîn Demîrtaş li ser Doza Kobaniyê daxuyanî da

Kaynak: NAVENDA NÛÇEYAN YA AMED TIMESÊ