AMED TIMES- Strabêja Kurd Tara Mamedova li Amedê konser da.  

Stranbêj Tara Mamedova di muzîka kurdî de cihê xwe bi awayeke serkeftî girtiye. Tara Mamedova li Amedê doh êvarê konserek da. 

Konser li Navenda Kongreyê ya Sezaî Karakoç hat lidarxistin. Stanbêj Mamedova li Amedê doh êvar stranên xwe yên xweş bi performanseke serkewtî strî. Heyran û temaşevanan bi stran û performansa baş ya Mamedova re demên xweş derbas kirin.

Selahattîn Demîrtaş li ser Doza Kobaniyê daxuyanî da Selahattîn Demîrtaş li ser Doza Kobaniyê daxuyanî da

Di konserê de, hin kesên girîng û naskirî jî cihê xwe girtibûn. Waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnav, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya, Serokê Borseya Bazirganiyê Engîn Yeşîl û gelek siyasetmedar û welatiyên muzîkhez jî beşdarî konserê bûn.

 Tara Mamedova bi Amed Timesê re axivî

 Mamedova beriya konserê ji Amed Timesê re li ser hin mijaran hest û ramanên xwe anî ziman.

Mamedova hezkirina xwe ya ji bo Amedê jî wiha anî ziman: "Konsereke mezin li benda me ye. Em bi rastî jî baş xebitin, em ji turneyê hatin. Jixwe em li Adana, Mêrsîn, Urfayê bûn û niha li Amedê ne û sibê em ê li Stenbolê bin. Em piştê amadekariyeke baş hatin vir. Koma me ji aliyê teknîkî ve bêkêmasî ye; sîstema ronahî û deng gelek baş e. Bi du rojan li Amedê din av bajêr geriyam. Min Diyarberkirê hez kir, Ameda me hez kir.

Cihê Amedê di dilê min de cuda ye. Ev bajar, ciheke wisa ye ku ez li vir bi rihetî difirim. Dema ez têm Amedê ez hîç naxwazim vegerim. Dema her cara ku ez ji vir diçim wisa hest dikim ku ez hîç nehatime vî bajarî wisa bîra li vir dikim. Amed ji bo me tişeteke din e. Amed ji bo me straneke cuda ye. Em ê îro bi guhdarvanên xwe re werin cem hev û ji ber vê yekê ez gelekî kêfxweş im. Ji bo min muzîk û konser tişteke wisa ye ku herkesê tîne li cem hev û herkesê digihîne hev. Wisa difikirim ku îro wê şeveke zehf xweş çêbe û Înşallah hûn ê jî wisa bifikirin. Hevbandorî ew tişteke ku meriv hevudu fêm bike û bi rihê xwe ve jî ji hev hest bike. Ez ji wan fêm dikim hêvîdar im ew jî min fêm dikin. Em wisa bi hev re pêwîndiyekê datînin û ev yek tişteke pirr nazik e.”

Mamedova: Ji me re hêvî û hezkirin pêwist e 

Mamedova wiha li ser kurdî û muzîka xwe jî axivî, "Ez di zarokatiya xwe de her tim bi kurdî mezin bûm. Ez bi kurdî jiyam û kesên ku di zaroktiya xwe de bi kurdî zanibûn, dikarin wê bi min hîs bikin û ez jî wan hîs dikim. Ev yek tişteke wisa ye pê nayê bawerkirin û nayê gotin.

Berhemên xwe bi giştî ez bi xwe bi şêwaza modern çêdikim. Bo mînak; Law, Sîno, Sipîndar, Mîna Xewna Giran. Şêwaza muzîka min hinek weke muzîka Alternatîf e û ez dixwazim hinek din ji zimanê ajitasyonê dûr bikevim. Çunke ji me re hêvî pêwist e, ji me re hezkirin pêwist e. Ez heta êşen me jî bi vê şewazê hez dikim bînim zimên. Muzîka min bi rîtmîk û bi erenî ye (pozîtîf e).

Me gelekî êş kişand û me êşen xwe di dilê xwe de weşart. Lê belê zarokên me hinek din ji me rihettir dikarin bijîn. Ez ji bo vê yekê hewl didim. Ez xelkê Amedê re dibêjim, “Ez we pir hez dikim.” Heta dawiya emrê xwe jî ez ê li gel we bim. Hêvîdar im hûn ê jî li cem min bin. Hezkirina we hêza min e." 

"Albûma min ya nû di meha Îlonê de wê derkeve" 

Mamedova di derbarê albûma nû ya xwe de jî van agahiyan da û got,

" Li meha Îlonê albûma min a nû derdikeve. Piştre wê danasîna turneye dest pê bike. Ez ê ji we re stranên nû bistirêm û hemû stran beste ne. Hemû stran nû hatine nivîsin; stranên nû bi muzîka xwe, bi melodiyên xwe û bi rihê xwe yê nip û nû ye. Ez ê bi van stranên xwe ve derkevim li ber temaşevanên xwe." 



Kaynak: NAVENDA NÛÇEYAN - AMED TIMES