AMED - Şaredariya Amedê biryar girt ku dê mehê carekê betlaneya reglbûnê bide jinên xebatkar.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û TUM BEL-SENê Peymana Kar a Kolektîf (TÎS) îmzekirin. Li gor wê peyamane dê xebatkarên jin yên şardariyê mehane betlaneya reglbûnê bikarbînin.

Di çarçoveya wê peymanê de mafên civakî û aborî yên karmendan de guhertinên girîng hatin kirin. Peymana ku wê di navbera 1ê Hezîrana 2024 û 31ê Kanûna 2025an de derbasdar be, mafên berfireh ji karmendan re tîne.

Li Rihayê dayik û keça wê ji ber elektrîkê canê xwe ji dest da Li Rihayê dayik û keça wê ji ber elektrîkê canê xwe ji dest da

Di peymanê de hat diyarkirin ku xebatkarên jin wê mehê rojekê betlaneya reglbûnê bistînin û xebatkarên ku di zewaca pirzewacî de ne dê ji peymanê sûd wernegirin.

Kaynak: Navenda Nûçeyan