AMED TIMES- Platforma Zimanê Kurdî ya li Qada Şêx Seîd têkildarî Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da û xwest zimanê kurdî bibe zimanê fermî û wiha got: "Em ê di hemû qadên jiyanê de sîyasetê jî bi kurdî bikin. Bi rastî û bi dilpakî em dibêjin; niha dem dema zimanê kurdî ye."

Platforma Zimanê Kurdî têkildarî 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. 

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûlah Aştî, parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl ên li bajêr û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Beşdarvan, bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li daxuyaniyê bûn.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî bi zaravayê kurmancî, Hevberdevka Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli jî bi zaravayê kurdî yê kirmanckî daxuyanî xwend.  

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Şerefxan Cizîrî yê bal kişand ser derketina Kovara Hawarê, wiha got: "Sal 1932, di Kovara Hawarê ya yekemin de ev sernivîs hatibû nivîsandin 'Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, wê hebûna zimanê me bide zanîn. Lewre ziman şertê hebûnê yê pêşîn e.' Em weke Platforma Zimanê Kurdî heta niha li ser xeta Kovara Hawarê meşîyan e. Me bi xebata xwe xwestiye vê xetê hergav zindî bihelîn û hişmendîya zimanê kurdî her bi pêş ve bibin.

Cizîrî axaftina xwe wiha domand: "Ji bo ku ev banga neteweyî ya Mîr Celadet Elî Bedirxan berdewam û mayînde bibe, hezkirîyên Zimanê Kurdî di sala 2007'an de 15'ê Gulanê weke 'Cejna Zimanê Kurdî' îlan kiribûn. Ji wê salê û vir ve, ev roj e bi rihê netewî, hezkirin, bi nirx û hişmendiya zimanê kurdî tê pîroz kirin.

“Dewlet dixwaze zimanê me tune bike”

 Em hemû baş dizanin! Baş jî eşkere bûye! Pirsgirêka ku bi sedan salan weke pirsgirêka kurd tê binavkirin, di rastiya xwe de siyasetên dewletê yên bişaftin, zext, zor û fişarên ku li ser çand û zimanê kurdî têne meşandin, bi taybet xwe di xwestina asimîlasyona kurdan de didin der. Ev siyaseta dewletê dixwaze pêşiyê zimanê me tune bike, zimanê me ji holê rake, îrade û berxwedana kurdan bişikîne. Ji bona tunekirina nirxên kurdan bi berfirehî dewletê bi awayekî fermî û hevbeş plansazîyeke asimîlasyonê xistine rojeva xwe. Vê yekê jî bi gelek rêbazên parzûnandî didine meşandin." 

Cizîrî, diyar kir ku înkara çand, ziman û nasnameya kurdî, ji avakirina Komara Tirkîyê ve bi dehan caran bûye sedema nerazîbûna gelê kurd û wiha lê zêde kir: "Gelê me hergav ji bona mafê zwe li ber xwe daye, teslîm nebûye. Doza wî her zindî maye. Siyaseta înkarê ya li dijî nirxên neteweyî yên gelê kurd, gelek caran bûne sedema şer û pevçûnan. Ev yek jî îro baş tê zanîn."

Zimanê kurdî bila bibe zimanê perwerdeyê 

Cizîrî, bi lêv kir ku ji bo welatekî demokratîk, wekhev, pêşketî û di nava aramiyê de, divê beriya her tiştî pîvanên pêkvejîyanê hebin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê di nava pêkhateyên welat de hevdû qebûl kirin hebe. Divê maf û azadî hebin. Di vê tevgirêdanê de, pewiste zagonên bingehîn ên ku li pêşîya azadîya Zimanê Kurdî asteng in, bên sererast kirin: Em hemû kurd bi hevbeşî dixwazin ku zimanê kurdî (kurmancî û kirdkî) bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermi. Ji ber ku zimanê kurdî yê hemû kurda ye. Bi vê mebestê em jî bi yek dengî dibêjin; Zimanê me nasnameya me ye, rengê me ye, taca serê kurda ye, hebûna me ye. Pejirandina zimanê me xeta me ya sor e."

“Em ê bi kurdî bijîn”

 Cizîrî yê got ku "Li malan, li bazaran, li kolanan, li dibistanan, li şaredarîyan, li nexweşxaneyan, li mizgeftan, li dadgehan û li hemû qadên jiyanê; em ê herdem bixwazin, bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsînin, bi kurdî bijîn" axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev hemû jî nîşaneyên kurdbûna me ne. Bi vê helwesta xwe em dixwazin hişmendîya zimanê kurdî li her der ê berz bikin û zimanê Kurdî bikin beşek ji nasnameya xwe. Ji ber vê sedemê em ê di hemû qadên jiyanê de sîyasetê jî bi kurdî bikin. Em ê xebata çandî, hunerî û têkilîyên civakî jî bi kurdî bikin. Em ê bixwazin her gav weke kurdan bi şanazî bijîn û hergav xwedî li hebûna xwe derkevin. Bi rastî û bi dilpakî em dibêjin; niha dem dema zimanê kurdî ye."

"Sala bê Tesla dê robotên wekî mirovan bi kar bîne" "Sala bê Tesla dê robotên wekî mirovan bi kar bîne"

Kaynak: BIANET KURDÎ