AMED- Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji peywirê hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Tayînkirina qeyûm, li Amedê bi girseyî tê protestokirin.

Dêya Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan koça dawî kir Dêya Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan koça dawî kir

Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de bi sedan kes li pêşiya Ceylan AVM ya li navçeya Peyasê hatin gel hev û biryara tayînkirina qeyûmê bi daxuyaniyekê protesto kirin.

Hevseroka Rêxisina Partiya DEMê ya Amedê Pinar Sakik di daxuyaniyê  got, ""Çawa ku li Wan û Hîlwanê em li îradeya xwe xwedî derketin û me rê neda faşîzmê, li Colemergê  em ê bi heman awayî rê nedin faşîzmê." 

Kaynak: Amed Times