AMED TIMES- Şîna meleyê Rihayî Hesen Saklananê ku li Qudsê ji aliyê polîsên Îsraîlê ve hatibû kuştin li Rihayê hatiye danîn.

Dayîk û xwişkên mele Hesen Saklananê Rihayî bi girî bang dikin ku termê Mele Hesen Saklanan ji Îsraîlê veguhêzin Rihayê.

Mele Hesen Saklanan 30ê Nîsanê di dema bi qefleyek geştyarên diyanetê re wekî peywîrdar li Qudsê bû bi kêrê êrişî polîsên Îsraîlê kiribû û di encamê de jî ji aliyê wan polîsan ve hatibû kuştin.

Hesen Saklananê 34 salî ji malbateke Ereb a Rihayî ye û bavê du keçik û du kuran bû. 

Saklanan ji 2021ê vir ve li gundê Çeteloxê yê Rihayê wekî meleye diyanetê bi awayekî fermî meletî dikir.

Heta xebera kuştîna wî nehata jî malbata wî nizanibû ku ew çûye Qudsê.

Lewra wî gotiye ew ji bo gerê ji bo çend rojan here Amedê.

“Li min helal bike”

Meteorolojî ji bo 4 bajaran hişyariya barana gur da Meteorolojî ji bo 4 bajaran hişyariya barana gur da

Ferha Saklanana dêya Hesen Saklanan got, “Keniya û got 'Dayê miftî gazî min kiriye em dê herin hela Amedê seyranê.'

Ji paş ve ez himbêz kirim û got 'Dayê bi dengekî bihêl bibêje ku ev guhên min bibihîzin, li min helal bike û ji min re diayan bike û bila ev guhên min rind bibihîzin.`

Min got anê helal be, helal be, helal be û tu û hevalên xwe bi xêr herin û bi silametî vegerin.”

Sara Saklanana xwişka Hesen Saklanan wiha anî ziman:

Birayê min şehit ket, şikir. Em gelekî bextewar in. Bila cenazeyê wî bînin bes e.”

“Ez dixwazim li wir bimirim”

Fatma Saklanana hevjîna Hesen Saklanan wiha axivî:

“Her tim digiriya, nedixwar venedixwar û tim digot 'Ez dê herim axa min li wir e.'

Digot 'Ez dixwazim li wir bimirim.' Min jî jê re digot ez dest û linge te radimûsim meçe. Digot `Ez dê herim.`”

Roja 1ê Gulanê li mizgefta Eyûb Pêxember nimêja xiyabî ya ji bo Mele Hesen hatiye kirin û şîna wî hatiye danîn.

Li gel alayên Tirk û Filistînê wêneyê Hesen Saklanan jî bi mala şînê ve hatine daliqandin.

Hundirê mala şînê jî qelebalix e û qefleyek tê qefleyek radibe.

Ramazan Saklananê birayê Hasan Saklanan diyar kir:

“Wî ji me re digot 'Ji kêliya destpêkirina şerê Îsraîl û Filistînê ve ne ji xwarina xwe ne jî ji vexwarina xwe tehmekê nastînim.'

Her dem wexta zarokên birîndar û mirî didîtin digiriya."

Serokê Komeleya Înfak-Derê Mehmet Alî Parlak ragihand:

“Birakê me Hesen bi rastî însanekî çê bû. 

Heke zilmek li derekê çêbibûya nikaribû li cihê xwe rûnişta.

Xweda teala şehadeta wî qebûl û meqbûl bike.”

Ne diyar e bê dê cenazeyê Hasan Saklanan kengî vegerînin Rihayê.

Lê li gorî zanyariyên kes û karen wî, ji bo ku di demeke kurt de cenazeyê wî were veguhastin, wan serî li pêwendîdarên fermî daye û di asta Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê de hewleke mezin tê dayîn.

Kaynak: RÛDAW