AMED TIMES- Meha borî 32 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. 

Li gorî rapora “Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin”, di meha nîsanê de li seranserê Tirkiyeyê 32 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin rapora xwe ya Nîsana 2024an eşkere kir.

Li gorî raporê, meha borî li Tirkiye û bakurê welat 32 jin hatine kuştin û 13 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin. 

Di meha Nîsanê de 32 jin hatin kuştin 

Di raporê de hat ragihandin ku ji 32 jinan 10 ji wan ji ber ku xwestine cuda bibin û lihevkirinê red kirine hatine kuştin.

Li gorî rapora platformê ji ber van hincetên hanê jî jin hatine kuştin: 

Jine bi hinceta dayika wê ligel bavê wê li hev nekiriye, jinek bi hinceta pisîk xwedî kiriye, zaroka keç bi hinceta kevir avêtiye û jinek jî bi hinceta aboriyê hatine kuştin.

Sedema kuştina 18 jinan jî nehatiye diyarkirin

Kiliçdaroglu: Bila mirov kuştiyê şêran be ne girtiyê roviyan be Kiliçdaroglu: Bila mirov kuştiyê şêran be ne girtiyê roviyan be

Wekî din sedema kuştina 18 jinan jî nehatiye diyarkirin.

Di meha nîsanê de ji sedî 56ê jinên ku hatine kuştin li mala xwe hatine kuştin.

Kaynak: NAVENDA NÛÇEYAN YA AMED TIMESÊ