AMED TIMES- Li Sivrîceya navçeya Xarpêt (Elezîzê) di saet 23.57an de bi lerza 4,0an erdhêjek pêk hat û erdhêj li Amedê jî hat hîskirin.

Li Sivrîceya navçeya Xarpêt di saet 23.57an de bi lerza 4,0an erdhejek pêk hat. Erdhêj li Amedê jî hat hîskirin.

Li Xarpêtê erdhêjek çêbû. Li gorî daneyên AFADê erdhêj di saet 23.57an de li navçeya Sîvrîce pêk hat. Erdhêj 8,77 kîlometro di bin erdê de bi pileya 4,0 pêk hat.

Erdhêj li Amedê jî hat hîskirin 

Rasatxaneya Kandîllî jî ragihand ku erdhêj bi mezinahiya 4,0 û 6,4 kîlometre di bin erdê de bû.

Li Amedê li dijî biryarên Doza Kobaniyê çalakî hat kirin Li Amedê li dijî biryarên Doza Kobaniyê çalakî hat kirin

Li gor tesbîtên ewil di erdhêja ku li navenda Xarpêtê jî hat hîskirin de, ti bandoreke neyînî çênebû. Erdhêj li navçeyên Çûngûş, Çermîk û Erganiyê yên Amedê jî hat hîskirin.

Walî Toraman: Heta niha tu bûyerek neyînî negîhîşte me 

Waliyê Xarpêtê Omer Toraman di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ekîb li qadê ne û wiha got: 

"Bi silamet bin.

Tîmên me niha li qadê ne û xebatên pêwist dikin... Heta niha tu bûyerek neyînî negîhîşte me.” 

Kaynak: AMED TIMES