AMED - Li navçeya Payîzava ya ser bi parêzgeha Wanê baranek dijwar barî û lehî rabû, av ket gelek malan û herwiha zeviyên çandiniyê dibin avê de man.
Ji ber barana dijwar a ku duh bi şev bariya li navçeyê bû sedema lehiyê. Ji ber lehiyê av ket gelek malan û ziyanên madî çêbûn.
Her wiha gelek zeviyên çandiniyê dibin avê de man û ziyaneke mezin gihişte cotkarên navçeyê.
Hat zanîn ku tîmên şaredariyê dest bi pakkirina wan taxên dibin avê de mane kirine.
Kaynak: AA