Li Çewlîgê êrişa bi kêrê : Hejmara miriyan derket 4'an Li Çewlîgê êrişa bi kêrê : Hejmara miriyan derket 4'an

AMED TIMES- Navenda Parastin û Rehabîlîtasyonê ya Heywanên Kovî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ji bo ku hejmara teyrên tawis zêde bibe, xebatên xwe didomîne.

Ji bo tawisên ku di 26ê Nîsanê da ji Derecika navçeya Hekariyê di nav pîkapekê da hatibûn dîtin û anîbûn navenda Wanê, xebat hatin destpêkirin.

Ji bo ku ji hêkên tawisan cûcik derkevin li navendê makîneya kurkê tê bikaranîn.

Midûrê Navenda Rehabîlîtasyonê ya Parastina Heywanên Kovî ya YYUyê Prof. Dr. Lokman Aslan daxuyand ku ji bo heywanên kovî bên dermankirin û paşê wan berdin çolê dixebitin.

Aslan bi bîr xist ku 3 tawisên dîk û 2 tawisên varik li Derecika navçeya Hekariyê bi qaçaxî hatibûn bidestxistin û ew anîbûn navendê û wiha dewam kir: "Me ji bo tawisan jîngeheke nû ava kir. Ew ê demeke dirêj li vir bijîn. Navenda me ya rehabîlîtasyonê ji bo wan guncaw e. Tawis wê navenda me bedew bikin. Me hêkek danî hundirê makîneya kurkê. Ji vir pê va ew ê di nav şert û mercên siruştî da zêde bibin. Em ê hewl bidin ku li vir hejmara wan zêde bibe."

Kaynak: AA