AMED TIMES- Li Wanê 94 kîlo zêrên qaçax hatin desteserkirin. 

Gerînendehiya Ewlekariya Wanê ragihandin ku, di encama operasyona li dijî qaçaxçîtiyê de, 94 kîlo zêrên qaçax hatine bidestxistin. 

Ji bo 34 kesan pêvajoya yasayî hatiye destpêkirin 

Gerînendehiya Ewlekariyê da zanîn, xebatên wan ên dijî qaçaxçîtiyê berdewam in û di vê çarçoveyê de 94 kîlo zêrên qaçax, 2190 pakêt cixare, 72 cixareyê elektronîk, 85 amûrên şehneyê, 21 berguhk, 4 telefonên mobayl, 4 sîmkart, 1 flashkart hatine bidestxistin. 

Li Colemêrgê hirçê êrişî şivanekî kir Li Colemêrgê hirçê êrişî şivanekî kir

Li gorî dane yên Gerînendehiya Ewlekariyê, di encama 5 bûyeran de, ji bo 34 kesan pêvajoya yasayî hatiye destpêkirin.

Kaynak: NAVENDA NÛÇEYAN YA AMED TIMESÊ