AMED TIMES- Ji 217 kesên ku duhî di Roja Karkeran a Cîhanî de li Stenbolê hatibûn binçavkirin, 182 ji wan hatin berdan.

Li Stenbolê duhî 1ê Gulanê, Roja Karkeran a Cîhanê qedexe li ser tora çûnûhatinê hat danîn û meydana Taksîmê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin.

Herwiha duhî 217 kesên ku hewl didan biçin Meydana Taksîmê, ji aliyê tîmên polîsan ve hatin binçavkirin.

Selahattîn Demîrtaş li ser Doza Kobaniyê daxuyanî da Selahattîn Demîrtaş li ser Doza Kobaniyê daxuyanî da

182 kes piştî karên li rêveberiya polîsan bidawî bûn, hatin berdan. Tê payîn ku 35 kesên mayî jî bo dozgeriyê bên veguhastin.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser medyaya civakî daxuyanî da got: “Li Stenbolê di 1'ê Gulanê Roja Karkeran de, 217 kesên ku li qadan bê destûr çalakî li dar xistin, guh nedan hişyariyan û êrîşî polîsên me kirin, hatin binçavkirin.”

Yerlîkaya da zanîn ku di çalakiyan de 28 polîs jî birîndar bûne.

Kaynak: K24