AMED -  Li navçeya Sêweregê li bazara ajalan di navbera du malbatan de şerê bi çek derketiye. Di şer de kesekî jiyana xwe ji dest daye û 5 kes jî birîndar bûne. 

Hate îdiakirin ku şer di navbera du malbatên ku dijminê hev in de derketiye.

Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê piştî mudaxileya ewil tespîrkirin ku F.Y. jiyana xwe ji dest daye.

Hate zanîn ku têkiliya F.Y. yê jiyana xwe ji dest daye bi şer nîne û ji bo sewalekê bikire hatiye bazarê.

Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê. 

Li Amedê 2 pismam di avê de xeniqîn Li Amedê 2 pismam di avê de xeniqîn

Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî bûyerê hatiye destpêkirin de kesê bi navê R.Ç. hate desteserkirin.

Editör: Gülistan Korban