AMED - Li Bîrecîka navçeya Şanliurfayê yek ji cureyê marmorakan gumgumoka belek hat dîtin.

Li Çewlîgê êrişa bi kêrê : Hejmara miriyan derket 4'an Li Çewlîgê êrişa bi kêrê : Hejmara miriyan derket 4'an

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Herêmê ya Parastina Siruştê û Parka Neteweyî, di çarçoveya Projeya Şopandina Pirrengiya Biyolojîk û Envanterê da, ekîban li devera gundewar a Bîrecîkê xebata şopandinê kir.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Di çarçoveya Projeya Şopandina Pirrengiya Biyolojîk û Envanterê da, gumgumoka belek (Gekko) ku yek ji cureyê marmorakên şevan a herî mezin e hat dîtin. Cureya ku qama wî digihêje heta 25 santîmetroyê xwe bi kulî, dûpişk, pîrê û kêzikên din, bi xwedî dike. Ev gumgumoka ku ji bo mirovan bê zirar e, dostê cotkaran e. Li Tirkiyeyê ev cure heta niha tenê li Şanliurfayê hatiye tesbîtkirin."

Kaynak: AA