AMED - Parlamenterê Partiya İYİyê Kurşat Zorlû bi hinceta ku navê Şêx Seîd li qada Amedê hatiye kirin, ji bo bi bersivîne pirsnameyek pêşkeşî Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Alî Yerlîkayayî kiriye.  Zorlû di wê pirsanameyê de nerazîbûna xwe ji bo lêkirina navê Şêx Seîd diyar kiriye. 

Wezîr Ali Yerlîkaya jî di bersiva wê pirsnameyê de, diyar dike ku ji aliyê Meclîsa Şaredariyê Mezin a Amedê ve biryara dayîna navê Şex Seîd hatiye dayîn. Lê ew biryar û daxwaz ji aliyê Parêzgarê Amedê  ve hatiye betalkirin.  

Ji bo bi fermî nav bê guhertin divê parêzgar biryarê pesand bike

Li Çewlîgê êrişa bi kêrê: Mirî û birîndar hene Li Çewlîgê êrişa bi kêrê: Mirî û birîndar hene

Hêjayî gotinê ye ku li gor 81 emin madeya destûra 5393 a şaredariyan navguhartina navê qad, tax, kolan, gerek û hwd. bi biryara ji nîvê zêdetir dengên Endamên Meclîsa Şaredariyan û bi pesandkirina amîrê mulkî yanî parêzgar û qaymeqaman dikare bê kirin. 

Meclîsa Şaredariya Mezin a Amedê her çiqas ji bo ku navê Meydana Daxkapi, bikin “Qada Şey Seîd” biryareke bi vî rengî pesan kiriye jî, ji ber ji aliyê Parêzgar ve nehatiye pesand kirin, biryer nebûye fermî.

Kaynak: Amed Times