AMED  -Çelê ya Colemêrgê a ku li ser sînorê Iraqê ye li navçeyê dema rizdanînê (birinç) dest pê kiriye.

Li navçeyê meha rizdanînê dest pê kiriye û welatî rojê diçin alî malbatekê.

Ji ber ax û hewaya Çelê li navçeyê ji xeynî riz, hêjîr, hinar, xurmeya Trabzonê û kuncî jî çêdibin.

Di meha Gulanê de li navçeyê rizdanîn dest pê dike. Cotkar jî diyar dikin ku rizdanîn karekî zor û zehmet e ku loma jî ew diçin alîyê hev dikin û bi hev ra dixebitin.

Li Çewlîgê êrişa bi kêrê: Mirî û birîndar hene Li Çewlîgê êrişa bi kêrê: Mirî û birîndar hene

Ji bo çinîna rizan, pêşî  çalên mînanî hewzên avê tê vedan, Tijî av tê kirin. Piştî ava di hewz û mişarên avê da parî germ dibe em tovê xwe direşînin."

Yek ji wan cotkaran Alî Seven jî destnîşan kir "em bi rêbazên bav û kalan riz datînin û dibêje, "Em car heye 10-15 kes diçin nava zeviyê. Karekî zor e."

Kaynak: AA