AMED - Li Keleha Zerzewanê a ku li herêmê bermahîya dawî ya Romayê ye ji bo wênekêşan jî her dem cihê serdanê ye.

Keleha Zerzewanê ku li navçeya Çinarê ya Amedê ye şeva borî mazuvaniyê ji karekê bêhempare kiriye.

Li Qersê piştî baranê kuvarkên qerase şên bûne Li Qersê piştî baranê kuvarkên qerase şên bûne

Wênegiran di taritîya şevê da û di bin stêrkan de wêneyên efsûnî yên kêlehê kişandine. 

Serokê Komeleya Wênekêşan a Fotono21ê Mehmet Kiliçogluyî diyar kir ku ew ji sala 2018an û vir ve di çar demsalan de wêneyê Kela Zerzewanê dikişînin.

Kiliçogluyî dibêje, “Keleha ku xwedî dîrokeke 3 hezar salane him bala wênekêşan him jî bala geştîyarên ji hemû welatên dinyayê tên dikişîne.”

Dîroka Kela Zerzewanê

Keleha Zerzewanê, yek ji berhemên împaratoriya Romayê ye. Keleha Zerzewanê di navbera Amed û Mêrdînê de ye û li ser girekî zinar ku bilindiya wî 124 metre ye, avabûye.

Keleh dema Imperatoriya Romayê di sedsala sisyan de hatiye avakirin û wek leşkergeh hatiye bikaranîn. Ev keleha ku bi navê "Samachi" hatibû binavkirin, niha bi kurdî jê re "Kela Zerzewanê" dibêjin.

Kaynak: İHA