AMED TIMES- Li Îranê xelk ji bo serokkomarekî nû hilbijêre diçe ser sindoqan.
Dengdan li gorî dema herêmî saet 08:00an dest pê kir û dê heta 18:00an berdewam bike.
Eger pêwîst bike, Navenda Hilbijartinan a Wezareta Karên Navxwe ya Îranê dikara pêvajoya dengdanê dirêj bike.
Li gorî daneyên Navenda Hilbijartinan a Wezareta Karên Navxwe ya Îranê, nifûsa welat 88 milyon e û 62 milyon kes mafên wan ên degdanê hene.
Li Îranê 4 namzed ji bo serokkomariyê hevrikiyê dikin
Namzedên wekî Mihemed Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî û Mistefa Pûrmihemedî ji eniya kevneperest û Mesûd Pizîşkiyan jî ji eniya reformxwaz e.
Li gorî rapirsiyan namzedên herî berbiçav Mesûd Pizîşkiyan û Seîd Celîlî ne.
Eger yek ji namzedan ji zêdeyî sedî 50î dengan nestîne dê 5ê Tîrmehê gera duyem a hilbijartinan were kirin.