AMED -  Şaredariya Amedê di çarçoveya amadekariyên Cejna Qurbanê de dest bi xebatên xwe kir da ku welatî karibin di jîngeheke paqij de serdana gorên kesûkarên xwe bikin.

Ekîbên Midûriyeta Karên Tenduristiyê û Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan jî beşdarî xebatên li Goristana Yenîkoyê hatin destpêkirin bûn. Ekîban pûş û pelaxê li qada goristanê çinîn, rê paqij kirin û şûştin, gilêş kom kirin û çop bi wesayîtan birin qada çopê.

Nijadperesatan li Wanê êrişî hişyariyên trafîqê yên bi Kurdî kirin Nijadperesatan li Wanê êrişî hişyariyên trafîqê yên bi Kurdî kirin

Dê hemû goristanên li bajêr bên paqişkirin 

Hat ragihandin ku ekîbên şaredariyê piştî ku xebatên xwe yên li Goristana Yenîkoyê bi dawî kirin dê li Goristana Şehîdlik, Mêrdînkapi, Çiftehavuzlar, Alipinar û Goristana Qedîm a Suryaniyan xebatên paqijiyê bimeşînin.

Kaynak: Şaredariya Amedê