AMED - Hevşaredarê Colemêrgê yê DEM Partiyî Mehmet Siddik Akiş ji hêla Wezareta Karên Navxweyî ve ji peywirê hate girtin û li şûna wî Waliyê Colemêrgê Alî Çelîk weke qeyûm hate tayînkirin.  

Parlamenterên CHPyê bertek nîşanî tayînkirina qeyûmê ya bi ser Şaredariya Colemêrgê dan û biryarê wekî biryarekî siyasî binavkirin.

Mahmut Tanal: Li holê tu biryarên girtinê tune ne!

Parlamenterê CHPê Mahmût Tanal li ser hesaba xwe ya Xê (Twîtter) li dijî biryarê derket û got, “Bi temamî biryarekî siyasî ye. Li holê tu biryarên girtinê tune ne. Hûn dibêjin ‘ji bo hilbijartina şaredariyê tu astengî nînin. Di encama hilbijartinê rûdine ser kursiya şaredartiyê. Piştre jî hûn radibin û bûyerên di dema berê de rêz dikin û biryara girtina ji peywirê didin. ,

“Çima ev prosedûra asayî dema mijar dibe kurd nakeve meriyetê?”

Parlamenterê CHP’ê Mehmet Bekaroglû jî dibêje: “Wiha nekin, vê nekin, vî welatî, vî gelî ji hev cuda nekin! Nizanim, belkî jî Serok sûcek kiribe; dadgeh dê biryara vê bide. Heke biryara girtinê teqez bibe, wê demê endamên meclisa şaredariyê yên hilbijartî dê Serokê nû hilbijêre. Çima ev prosedûra asayî dema mijar dibe kurd nakeve meriyetê? Hûn, hûn ev kesên vî karî dikin, hûn kî ne û çi dikin?” 

"Sala bê Tesla dê robotên wekî mirovan bi kar bîne" "Sala bê Tesla dê robotên wekî mirovan bi kar bîne"

Baroya Amedê û Baroya Colemêrgê jî li dijî desteserkirina  Sidik Akiş wekî bêhiquqî pênase kirin û dibêjin, " Ev derbeyekê siyasî ye."

Kaynak: Amed Times