AMED -Bazara ajalên zindî ya Amedê ji ber Eyda Qurbanê qelebalix e.  Li Amedê bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re liv û tevgera welatiyan jî dest pê kiriye.

Beriya Cejna Qurbanê xwediyê ajalan, heywanên xwe tînin bazara ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve wekî cihê firotina ajalan diyar kiriye û çaverê ne ku beriya cejnê ajalên xwe bifiroşin. 

Amed a ku yek ji navendên giring ên xwedikarina ajala ye. Ji Amedê gelek heywan jî bo bazarên parêzgehên derveyî bajêrên din jî tê veguhastin. 

Kovara Time, baştirîn 100 xalên geşt û gerê aşkere kir,  Amed jî di nav wê lîsteyê de ye Kovara Time, baştirîn 100 xalên geşt û gerê aşkere kir, Amed jî di nav wê lîsteyê de ye

Dewar û pezên ku beriya Cejna Qurbanê ji aliyê cotkaran ve anîne Borsaya Heywanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li benda kiryaran e. Welatiyên tên bazarê jî  bi baldarî li gorî butçeya xwe heywanan hildibijêr in.  

Her wiha kesên ku ji bo kirina heywanan tên bazarê û xwediyên ajalan li bazarê dikevin nava bazariyeke şidiyayî.

Kaynak: İHA