AMED - Malbatên wendayn ên di hefteya 800’emîn a çalakiya bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” hate lidarxistin de bang xwe ya edaletê carekê din dubare kirin.

Di daxuyaniya ku li Parka Koşuyoluya Amedê pêk hat û bi wêneyên kesên hatine windakirin hat gotin ku

Dêya Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan koça dawî kir Dêya Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan koça dawî kir

“Çi dikin bila bikin em dest ji vê têkoşînê bernadin. Em hestiyan û goran dixwazin.” 

Çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Malbatên Windakiriyan di 31’ê çileya 2009’an de daye destpêkiribû.

Çalakî di hefteya 800’emîn de ye.  Malbatên windakiriyan 15 sal in bê navber didomînin li vê qadê daxwaza hestiyê xizmên xwe dikin.

Kaynak: Navenda Nûçeyan