AMED- Bi sedan endam û rêveberên DEM Partî û welatiyên Amedê, bi armanca bibîranîna qurbaniyên êrîşa DAIŞê ya 5ê Hezîranê ku tê de 5 kes hatibûn kuştin û 400 kes jî birîndar bûbûn merasîmek lidarxistin. 

Girseya ku ji bo bibîranînê civiya, bi pêxistina meşaleyan (çirayan) meşiyan û li ciyê teqînê jî daxuyaniyeke kurt belav kirin. 

Li Çewlîgê êrişa bi kêrê: Mirî û birîndar hene Li Çewlîgê êrişa bi kêrê: Mirî û birîndar hene

Êriş bi zanabûn nehatiye asteng kirin. 

Li xala ku teqîn pêkhatibû, parlamenterê DEMê Sînan Çîftyurek, ragihand ku ew êrişê şermezar dikib û biberketiyên êrişê bi rêzdarî bibîr tînin. Çîftyurek ani ziman ku dikaribû pêşî li wê êrişê bê girtin, lê bi zanabûn nehatiye asteng kirin.

Çekdarên DAIŞ roja 5ê Hezîrana 2015an bombe di mîtînga HDPê de teqandin û di encamê de pênc kesan canê xwe jidest dan, 400 kes jî birîndar bibûn.

Kaynak: K24