Kiliçdaroglu: Bila mirov kuştiyê şêran be ne girtiyê roviyan be Kiliçdaroglu: Bila mirov kuştiyê şêran be ne girtiyê roviyan be

AMED TIMES- Duh êvarê li navçeya Hezro ya Amedê ji ber şilîya (baran) gur û barîna zîpik ya zêde gelek zeviyên çandiniyê zirar dît.

Duh êvarê li Hezroya Amedê ji ber şilîya gur û barîna zîpik ya zêde gelek zeviyên çandiniyê zirar dît.

Li navçeya Hezro ya Amedê şilîya zêde bi taybetî li taxên Agartî, Bayirduzû û Sariçanak yên navçeyê bi bandor bû. 

Berhemên çandiniyê zirar dît 

Erdên çandiniyê yên li van herêman ji ber dijwariya şilîyê zirareke mezin dît. 

Li qadên çandiniyê yên ku bi sedan donim berhemên çandiniyê yên wekî ceh, genim û nîsk tê de, dexl ketin erdê.

Hin cotkaran berhemên xwe kontrol kirin da ku zirarê bizanin û rewşê belge bikin. 

Cotkaran ji bo ku zirarê nîşan bidin bi telefonên xwe wêne kişandin û rewşa heyî qeyd kirin. 

Kaynak: İHA