AMED -  Li navçeya Taşliçaya Agiriyê mesaiya jinan ya ji bo haziriya zivistanê ji niha de destpêkiriye. Jinên herêmê ji bo ku di çêkirina penêr û xwarinên zivistanê da bixebitînin, li zeviyan gîha û nebatan berhev dikin.

A A 20240604 34774618 34774611 L I A G I R I Y E J I N J I B O P E N E R U X W A R I N E N Z I V I S T A N E L I C I Y A Y A N G I H A U P I N C A R E B E R H E V D I K I N

Li bajarê ku zivistan lê dijwar derbas dibe, piştî ku berf heliya û barana biharê barî, siruşt zindî bû.

Jinên li navçeya Taşliçayê dijîn ji bo ku di çêkirina penêr û xwarinên zivistanê da bixebitînin, li zeviyan punk, cehtilî, tirşo û pincarên din berhev dikin.

Jin gîhayên ku berhev dikin paşê li ber tavê hişk dikin û ji bo zivistanê vedişêrin.

Jina bi navê Yuksel Ateşê dibêje, “ Em her bihar ji bo berhevkirina nebatan li zeviyan digerin. Gîha ji bo gelek nexweşiyan baş in. Em van gîhayan zivistanê dikelînin û wek çayê vedixwin. Li herêma me cureya van nebatan pir zêde ye. Em wan di nav xwarinan da jî bi kar tînin."

Li Qersê piştî baranê kuvarkên qerase şên bûne Li Qersê piştî baranê kuvarkên qerase şên bûne

Kaynak: AA