AMED TIMES- Li 15 bajaran operasyona li dijî hisabên sexte hat kirin. 

Li Şirnexa Cizîrê, li dijî hesabên sexte yên ku operasyan ji bo hesabên bankan didan şandin, operasyoneke berfireh hat kirin û ev operasyon li 15 bajarên Tirkiye û bakurê welêt hevdem hatin kirin. Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di van operasyonan de gelek kes hatin girtin û binçavkirin.

 Li 15 bajaran operasyon hat kirin 

Di daxuyaniya ku ji aliyê Gerînendeya Ewlehiyê ya Cizîrê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku operasyona navborî ya li dijî hesabên sexte yên li bajarên Mêrsîn, Stenbol, Denîzlî, Enqere, Edene, Îzmîr, Samsûn, Dîlok, Gumuşhane, Êlih, Hatay, Sakarya, Nîgde, Konya û Mereşê jî hatine birêvebirin û di van operasyonên ku li dijî 39 navnîşanên cuda hatine kirin de 32 kes hatine binçavkirin û ji wan 32 kesan 9 jê hatine girtin.

Li Amedê li dijî biryarên Doza Kobaniyê çalakî hat kirin Li Amedê li dijî biryarên Doza Kobaniyê çalakî hat kirin

Ji bo kesekî derketina derveyî welêt hatiye qedexekirin û bi şertê kontrola dadî serbes hatiye berdan, ji bo 4 kesên gumanbar jî biryara qefaltinê hatiye dayîn.

Hat diyarkirin ku van kesan di ser hesabên sexte re pere ji bo hesabên bankan dane şandin. 

Kaynak: K24