AMED - Li Amedspora ku derbasî Lîga 1emîn bû dê îro lijneya giştî ya bi hilbijartinê bê kirin. Serokê niha Azîz Elaldî di hilbijartinê de tenê namzet e.

Kongreya asayî ya Amedsporê dê li tesîsên Amedspor Şehmus Özer bê lidarxistin. Kongreya ku dihat plankirin hefteya borî bê lidarxistin, ji ber nebûna hejmara giştî ji bo 11ê Hezîranê hat paşxistin. Di kongreya ku dê îro bê lidarxistin da şertê piraniya dengan tûneye.

Li Amedê zarokê 17 salî di Çemê Dîcleyê de xeniqî Li Amedê zarokê 17 salî di Çemê Dîcleyê de xeniqî

Ji bo kongreya dê îro saet di 16.30an de bê lidarxistin, eleqeyek mezin heye. Di kongreya Amedsporê de Serokê niha Azîz Elaldî dê wekî tekane namzet bikeve hilbijartinê. Hat diyarkirin ku Azîz Elaldî yê ku bi biryara Lijneya Şêwirmendiya Bilind a Amedê wek tekane namzedê ket hilbijartinê dê di lîsteya lijneya rêvebiriyê de navên navdar hebin.

Kaynak: Navenda Nûçeyan