AMED - Bi hatina demsal havînê re rêwîtiya koçeran berbi zozanên şên dest pê kiriye.

Koçerên Sêrtê jî  wekî hersal îsal jî bi tevî pezên xwe berê xwe dan zozanên bi bereket yên Colemêrgê.

Nijadperesatan li Wanê êrişî hişyariyên trafîqê yên bi Kurdî kirin Nijadperesatan li Wanê êrişî hişyariyên trafîqê yên bi Kurdî kirin

Rêwîtiya dûr û dirêj ya koçeran li Colemêrgê bi dawî bû.

Colemêrga ku yek ji wan navendên girîng ên ajaldariyê ye bi hewaya xwe ya hênik, çavkaniyên xwe yên avê yên dewlemend û mêrgên xwe yên bi bereket dest bi mazûvaniya koçerên herêmê kiriye.

Koçerên ku 40 roj berê bi qasî 10 hezar pezên xwe va ji Sêrtê bi rê ketibûn û dem demî li cihên av û hêşînahî lê heye bêhna xwe didan piştî rêwîtiyeke dirêj gihîştin Colemêrgê

Editör: Gülistan Korban