Kovara Time, baştirîn 100 xalên geşt û gerê aşkere kir,  Amed jî di nav wê lîsteyê de ye Kovara Time, baştirîn 100 xalên geşt û gerê aşkere kir, Amed jî di nav wê lîsteyê de ye

AMED -  Jineke Êzidî ku beriya 10 salan ji aliyê DAÎŞê ve hatibû revandin ji Kampa Holê ya li Rojava hatiye rizgarkirin.

Li gor nûçeya CHANNEL8ê ya ku navend wî li bajarê Silêmaniyê ye, jineke Êzidî bi 2 keçên pê re, ku nêzî 10 sal berê ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin, ji Kampa Holê ya Rojavayê, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatine rizgarkirin.

Ezîze Xalid Elî 10 sal berê, Tîrmeha 2014an di êrîşa DAIŞê ya li ser Şengalê hat revandin. Roja 3ê Hezîranê di operasyoneke Hêzên Ewlekariya Hundirîn de bi keça xwe û keçek din ve hat rizgarkirin.

Di êrîşa hovane ya DAIŞê ya bi ser Şingalê di Tebaxa 2014an de zêdetirî 5 hezar jinên Êzidî hatibûn revandin.

Kaynak: CHANNEL8