Amed - Dadgeha Amedê ji bo Ramazan Şîmşekî  ku ji ber axaftin û dayîna xizmeta bi Kurdî beriya 3 rojan hatibû desteserkirin biryara xwe da.

Li gor agahiyên ku Parêzerê Şimşek dide, dadgehê “cezayê girtina li malê” li xwediyê Pîne Kafeyê Ramazan Şîmşekî biriye.

Parêzerê Şîmşekî Mehdî Ozdemîr, li ser darizandina mûvekilê xwe ji Amed Timesê re axivî. Li gor zanyariyên Ozdemîr dide, parvekirina stranên kurdî li ser hesabê Instagramê yê kafeyê ji aliyê dadgehê ve wekî "propagandaya rêxistinê" hatiye nirxandin û dozger daxwaza girtina Şimşekî kiriye. Lê dadgeha Cezayê Sulhê bi “cezayê malê” û “qedexeya derketina derveyî welêt” Şimşekî berdaye.

Yanlis Teshise 2 Milyon Tazminat 12909675 Amp

"Sala bê Tesla dê robotên wekî mirovan bi kar bîne" "Sala bê Tesla dê robotên wekî mirovan bi kar bîne"

“Emê îtrazî biryara dadgehê bikin”

Parêzer Ozdemîr dibêje, "Em ê ji bo muwekîlê xwe ku mafên wî yên bingehîn bi awayekî keyfî hatine binpêkirin pêvajoya darazê bişopînin. Her wiha ji bo biryara beratê em ê îtîrazî biryara dadgehê bikin.”

Çi bibû

Xwediyê Pîne Kafeyê Ramazan Şîmşek, roja 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî eşkere kiribû ku dê êdî li kafeya xwe bi Kurdî xizmetê bide mûşteriyên xwe.

Ev biryarê xwediyê kafeyê di raya giştî de bi awayekî erênî hatibû pêşwazîkirin û gelek kesan piştgirî dabû wê biryarê.

Li aliyê din Ramazan Şîmşek li ser torên medyaya civakî hedef hatibû nişandan û di 29ê Gulanê da hatibû desteserkirin.

Kaynak: AMED TIMES