Amed- Li gor nûçeya ku ji aliyê medyaya fermî ya hikûmeta Îsrailê KANê ve hatiye belavkirin, çavkaniyekî sîyasî yê ji hikûmetê ragihandiye ku Hamas û Îsrailê li ser agirbestê li hev kirine.

Agirbesta ku li  ser pêşniyara Serokê Amerîkayê Joe Biden ketiye merîyetê dê bi sê qonaxan bidome.

Di qonaxa yekemîn de mirî yan jî saxî 33 rehîneyên di destê Hamasê de dê bên berdan. Di qonaxa duyemin de dê şer û bê bidawîkirin û di qonaxa sêyem de jî hemû miriyên  destê aliyan dê bên rasdestkirin.

Li Amedê zarokê 17 salî di Çemê Dîcleyê de xeniqî Li Amedê zarokê 17 salî di Çemê Dîcleyê de xeniqî

Serokê Amerîkayê Joe Biden peşnîyar kiribû ku di nav rojan de hemû rehîne  mirî yan jî saxî bên berdan û proseya agirbesta mayînde ya 6 hefteyan dest pê dike. 

Şer û pevçûnên di navbera Hamas û Îsrailê de ji 7ê Cotmeha 20232yan vir ve didome. Di êrîşên Îsrailê yên bi ser Hamasê de li Fîlîstinê heta niha bi dehazaran sivîl canê xwe ji dest daye. Di cîhanê da jî ev operasyonê deng daye û rastî nerazîbûnên hin welat û xelkê tê.

Kaynak: Habertürk