AMED TIMES- Îro 1ê Gulanê ye û Roja Ked û Piştevaniyê îro li seranserê welatên cîhanê tê pîrozkirin. 

Dîroka 1ê Gulanê, girînga roja karkeran çi ye û çima tê pîroz kirin? 

1ê Gulanê ku bi têkoşîna karkerên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên ji bo mafên karkeran hatiye kirin tê zanîn.

Karker ji bo mafên xwe rabûn li ser piyan

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di sala 1884an de ji bo kêmkirina saetên xebatê (rojane ji bo 8 saetan) têkoşînek hat kirin.

Di sala 1884an de, karkeran ji bo mafên xwe grevan dan dest pêkirin.

Grevên girseyî yên di sala 1886an de hatin destpêkirin li hemû welatên cîhanê belav bû û hat pîrozkirin.

Di sala 1889an de di Kongreya Parîs a Rêxistina Biratiya Karkeran ya Navneteweyî (Kongreya 1emîn a Enternasyonala 2yemîn) biryar hat dayîn ku ji bo hevgirtina karkeran salê rojek wek cejna hevpar a karkeran were ragihandin. 

Li ser pêşniyara sendîkayên Amerîkî, ew roj wek '1ê Gulanê' hat destnîşankirin.

Kiliçdaroglu: Bila mirov kuştiyê şêran be ne girtiyê roviyan be Kiliçdaroglu: Bila mirov kuştiyê şêran be ne girtiyê roviyan be

Li gelek welatên cîhanê 1ê Gulanê bi navên; 

Cejna Kedê, 

Roja Karkeran 

Cejna 1ê Gulanê, weke cejneke fermî tê pîrozkirin. 

Kaynak: NAVENDA NÛÇEYAN - AMED TIMES