AMED TIMES- Li gorî çavkaniyên Saziya Keş û Hewayê ya Tirkiyeyê ku çend roj berê welatî hişyar kiribûn, toza ku dihat payîn bibare, ji saetên şevê ve (29.04.2024) car din dest pê kir û gelek bajarên bakurê welat di bin bandora vê tozê de man.

Li gorî daxuyaniya ku 5 rojan beriya niha ji aliyê Saziya Keş û Hewayê ve hatibû dayîn, dê li bajarên bakurê welat yên wekî Diyarbekir, Dîlok, Riha, Êlih, Semsûr, Sêrt, Mêrdîn, Kîlîs û Şirnexê ewrê tozê bi bandor bibûya.

Li Bajarê Kevnare yê Tharsayê odegoreke ji serdema Romayê hat dîtin Li Bajarê Kevnare yê Tharsayê odegoreke ji serdema Romayê hat dîtin

Piştî vê daxuyaniyê barîna tozê dest pê kir û li van bajarên navbirî bandora barîna tozê zêde bû. Hatibû diyarkirin ku dê ewrê tozê yê ji aliyê Efrîkaya Bakur ve were û ji bakurê welat ve têkeve Tirkiyeyê.

Di vê derbarê de ji aliyê tenduristiyê ve jî hişyarî hat kirin û ji nexweşên wekî astim, bronşit û yên ku ji nexweşîna pençeşêrê tên dermankirin hat xwestin ku bê maske dernekevin derve.

Her wiha di hişyariyên hatin kirin de hat xwestin ku extiyar û zarok dernekevin derve û hat zanîn ku gelek malbatan jî zarokên xwe ji ber vê tozê neşandine dibistanan.

Li aliyê din, tê payîn ku ji ber zêdebûna barîna tozê, navbera dîtinê kêm bibe û ev yek jî bandora xwe li çûnehata nav bajaran bike.

Kaynak: K24