AMED TIMES- Hakemê pêşbirka (maça) Amedspor-Menemenê ya ku dê dawiya vê hefteyê di Lîga 2yemîn a TFFyê de bê lîstin diyar bû.

TFFê ji bo pêşbirka krîtîk, hakem Yasîn Kol ku xwedî tecrûbeya Lîga Super e destnîşan kir.

Amedspora ku di lîgê de xwedî 80 pûanan e û bi pêşbirka Menemenê dixwaze şampiyoniyê misoger bike. 

Pêşbirk wê roja şemiyê saet di 15:00 de li Stada Diyarbekirê bê lîstin. 

Yasîn Kol kî ye?

Li biharê baran zêde barî: Mozvanên li Amedê dê mehek şûnda herin zozanan Li biharê baran zêde barî: Mozvanên li Amedê dê mehek şûnda herin zozanan

Yasîn Kol Liseya Sürmene qedandiye. Kol ku pîşeyê wî yê sereke nobedar e (güvenlik görevlisi). 

Di 3yê Adara 2019an de cara ewil di Lîga Superê de wekî hakemê 4emîn xebitiye. Ew ji sezona 2020-2021-an vir ve wekî hakemê naverast (orta) pêşbirkan birêve dibe. 

Di daxuyaniya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê ya sala 2024an de hat diyarkirin ku Kol daketiye kategoriya jêrîn.

Kaynak: NAVENDA NÛÇEYAN - AMED TIMES